
Paperback. 13,00 / 19,50 cm. In Kurdish. 260 p. Mem û Zîna Xanî bi kurdiya îro wek kitêba destan ji nû ve çap bû, divê kes nemîne ku Mem û Zîn nexwendibe û jê fam nekiribe, ji vê çapê armanc ev e. Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê pistî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêsketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qut bûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîsana ciwaniya wan berheman û sarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihistina wan berheman. Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya sîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîrûbaweri û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî de.
Page Count:
272
Publication Date:
2008-01-01
ISBN-10:
9944382515
ISBN-13:
9789944382519
No comments yet. Be the first to share your thoughts!